Rejîma Îranê bi şerê xwe ya bi Îsraîl û DYE re, rageşiya herêmî û hemû krîzên siyasî wek amûrekî zextê li dijî gelê xwe bikar anî. Zêdebûna hejmara darvekirinan di van salên dawî de encama vê polîtîkayê ye. Raporên saziyên mafên mirovan nîşan didin ku Îran hîn jî yek ji welatên ku herî zêde darvekirin pêk tîne.
Li gorî rapora Amnesty International ya sala 2025’an, Îranê bi tenê piraniya darvekirinên ku li cîhanê hatine tomar kirin, pêk aniye. Herî kêm 2 hezar û 159 kes hatine darvekirin. Ev hejmar ji sala berê gelek zêdetir e û di tomarên saziyê de ji sala 1981’an vir ve asta herî bilind e. Komîseriya Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, jî diyar kir ku darvekirin li Îranê bi awayekî sistematîk zêde dibin. Amnesty International, got ku armanca zêdebûna darvekirinan tirsandin û bêdengkirina muxalefetê ye. Li gorî rapora rêxistinê, darvekirin bûye ‘amûrek siyasî ya zextê’ û hat gotin ku şertên şer vê polîtîkayê hê bêtir xurt kirine.
HER SAL BI HEZARAN KES TÊN DARVEKIRIN
Li gorî rapora hevpar ê Mafê Mirovan a Îranê û Together Against the Death Penalty (ECPM), di sala 2025’an de herî kêm hezar û 639 kes hatine darvekirin. Ev hejmar li gorî sala 2024’an bi sedî 68 zêde bûye û ji sala 1989’an vir ve asta herî bilind e. HRANA, jî di sala 2025’an de 2 hezar û 63 darvekirin tomar kiriye. Zêdebûna darvekirinan tenê zêdebûnek hejmarî nîne. Ev rewş bi şert û mercên siyasî û civakî re girêdayî ye. Rejîmê bi taybetî piştî kuştina Jîna Emînî di sala 2022’yan de û destpêkirina protestoyan, darvekirin wek amûrekî tirsandin û bêdengkirina muxalefetê bikar anî. Di salên 2025 û 2026’an de jî şer, protestoyên Çileya 2026’an û dozên ku bi sûcên “ewlehiya neteweyî” ve hatine girêdan, bûn sedema zêdebûna darvekirinan. Human Rights Watch, diyar kir ku ji Adara 2026’an vir ve herî kêm 28 kes bi sedemên siyasî hatine darvekirin û hin ji wan di protestoyên Çileyê de hatibûn girtin.
HIQÛQ Û DARIZANDIN TUNE
Li gorî nirxandinên sala 2026’an, pergala dadweriyê ya Îranê bi taybetî di dozên “ewlehiya neteweyî” û “çalakiyên li dijî dewletê” de siyaseta xwe ya tund berdewam dike. Piraniya van dozan li dijî girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û endamên civakên etnîk ên li herêmên sînor dijîn tên vekirin. Raporên saziyên navneteweyî nîşan didin ku di sala 2026’an de jî darvekirin berdewam kiriye. Lê ji ber ku bi awayekî vekirî agahî nayê dayîn, hemû darvekirin nayên eşkerekirin. Gelek biryarên darvekirinê di Dadgehên Şoreşê de û di darizandinên veşartî de tên dayîn, ji ber vê yekê jî kontrol û piştrastkirina serbixwe gelek zehmet e. Amnesty International, da zanîn ku di van pêvajoyan de îtirafên ku di bin êşkenceyê de hatine girtin weke delîl tên nîşandan. Rûniştinên dozê gelek kurt in û mafê parastinê bi rengekî sistematîk tê binpêkirin.
PÊLA DARVEKIRINAN
Di mehên ewil ên sala 2026’an de, li Îranê pêla darvekirinan berdewam kir. Li gorî daneyên Mafên Mirovan a Îranê û HRANA, di navbera 5 û 14’ê Çileyê de herî kêm 52 kes di 42 girtîgehên cuda de hatin darvekirin. Di navbera 12 û 15’ê Çileyê de jî herî kêm 22 kesên din hatine darvekirin. Li gorî raporan, tenê di hefteyekê de li bajarên wek Şîraz, Meşhed, Birjand, Ehwaz, Yezd, Îlam, Kerman û Gorgan herî kêm 72 kes hatin darvekirin.
Li gorî çavkaniyeke din, di sê mehên ewil a sala 2026’an de herî kêm 160 kes hatin darvekirin. Di nav wan de Kurd, Belûc û Ereb bi rêjeyek bilind cih digirin. Her wiha herî kêm 4 jin jî hatine darvekirin.
Di Adarê de li bajarê Qumê Saleh Mohammadi, Saeed Davodi û Mehdi Ghasemi hatin darvekirin. Ev rewş nîşan dide ku kesên ku bi protestoyên Çileya 2026’an ve hatine tawanbarkirin jî bi cezayê darvekirinê re rû bi rû dimînin. Di heman demê de, darvekirinên ku bi sûcên “sîxurî” û “çalakî li dijî dewletê” tên pêkanîn jî zêde bûne. Di navbera Adar û Nîsanê de gelek kes bi van tawanan hatin darvekirin.
HER SÊŞEM JI DARVEKIRINAN RE NA
Kampanyaya “Sêşema Jı Darvekirinan re Na” ragihand ku di sala 2026’an de hejmara darvekirinan zêde bûye û di hin rojan de li gelek bajaran bi awayekî hemwext darvekirin hatine pêkanîn. Li gorî kampanyayê, di Şubatê de tenê zêdetirî 350 girtiyan hatine darvekirin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî bajarên Urmiye, Sine, Kirmanşan û Mehabad di nav herêmên ku darvekirin lê zêde ne de, tên nîşandan. Piraniya van dozan di Dadgehên Şoreşê de bi awayekî girtî tên meşandin. Ji ber vê yekê jî piştrastkirina agahiyan gelek zehmet e. Her wiha gelek girtiyên Kurd di bin êşkenceyê de dimînin.
Saziyên navneteweyî yên mafên mirovan, dibêjin ku van darvekirinan tenê binpêkirina mafê jiyanê nînin, her wiha amûrekî zext û tirsandinê li dijî civakê ne. Ji ber vê yekê bang li civaka navneteweyî dikin ku bi lez tevbigerin.
BI DAWÎ BÛ…